Li Şengalê pevçûn 07:03 23.05.2015 ŞENGAL/ROJNEWS Li gorî agahiyên nûçegihanê RojNewsê ji herêmê ragihandî di demjimêr 11:20’an de çeteyên DAIŞ’ê li taxa Hay Nasîr bi çekên ferdî û giran li ser çeperên gerîlayên HPG-YJA Star’ê dest bi êrîşê kirin. Nûçegihanê RojNewsê da diyar kirin ku, gerîlayan bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dan û ta niha jî şer bi awayekî dijwar berdewam dike. Nûçegihan ragihand di derbarê encama şer de ta niha ti agahiyên zelal bi dest neketine. (ak)