Şervanên YPG’ê 2 gund ji çeteyan rizgar kirin 03:57 30.05.2015 SERÊKANIYÊ – Şervanê YPG/YPJ’ê gundên Ruba û Raco yên 35 kîlometrî başûr –rojavayê Serêkaniyê dikevin ji çeteyêN DAIŞ’ê rizgar kirin. Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê ji qadên şer ragîhandine, şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a ˮFermandar Rûbarˮ de îro saet derdor 08.05’an gundên Raco û Rûba yên 35 kîlometrî başûr-rojavayê Serêkaniyê dikevin ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin. Di heman çarçoveyê de duh jî şervanên YPG/YPJ’ê gundê Acla û 7 gundik û girek li heman herêmê herêmê ji çeteyên DAIŞ’ê paqijkirin. (mne/dc) ANHA