Balafirên Hevpeymanê artêşa Iraqêbombebaran kirin 04:05 07.06.2015 NAVENDA NÛÇEYAN Balafirên hevpeymanan bi şaşî karwanê wesayîtên artêşa Iraqê û hêzên Heşd el-Şeebî bombebaran kirin. Li gor agahdariyan di encama bomebarankirinê de 5 kes mirine û 7 kes jî birîndar bûne. Li gor Ajansa Îrem, çavkaniyek leşkerî diyar kir ku duh piştî nîvro balafirên hevpeymanan bi şaşî karwanê wesayîtên artêşa Iraq û hêzên Heşd el-Şeebî li başûrê rojhilatê Felûce bombebaran kirine. Heman çavkaniyê anî ziman ku di encama bombebaranê de 5 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û 7 jî birîndar bûne. Herwiha 5 otomobîlên leşkerî yên artêşa Iraq û Heşd el-Şeebî hatine têkşikandin. Heta niha artêşa Iraqê û hêzên hevpeymanan di vê derbarê de ti daxuyaniyek fermî nedane. (rn)