Meclîsa Avakar a Êzidiyên Şengalê: Serketina HDP'ê li gelan pîroz be 09:28 08.06.2015 ŞENGAL - ANF Meclîsa Avakar a Êzidiyên Şengalê serketina HDP'ê pîroz kir û got, "Bi serketina berxwedana Şengalê re wê serketina gelan mayînde bibe." Meclîsa Avakar a Êzidiyên Şengalê got, "HDP ku têkoşîna hevpar a gelan e, hemû reng biriye meclîsê. Ev serketin serketina gelan, baweriyan, biratî û demokrasiyê ye" û ev xal destnîşan kir: "Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, tevî hemû şert û mercên newekhev jî gel, jiyana hevpar û mirovahiya mezin hilbijartiye. Weke Meclîsa Avakar a Êzidiyên Şengalê, di şexsê HDP'ê de em vê serketinê li hemû hêzên demokratîk pîroz dikin, diyar dikin ku têkoşîna bingehîn ji niha û pê ve destpê dike û ji hemû hêzên demokrasiyê re serketinê dixwazin. Em bawer in ku HDP wê bi vê berpirsyariyê re têkoşînê hîn bêhtir mezin bike û jê re serketinê dixwazin. Bi berxwedana Şengalê re em ê serketina wan mezintir bikin. Careke din, em her kesên di vê serketinê de keda xwe hene, silav dikin."