Xetên înternetê li tevahiya Başûr hat birîn 09:36 08.06.2015 NAVENDA NÛÇEYAN - ROJNEWS   Li tevahiya Başûrê Kurdistanê xetên înternetê hatine birîn. Ji ber vê jî gelek ajans û malper nikarin weşana xwe bikin. Rêveberiya şîrketa Fastlink derbarê mijarê de ji RojNews re ragihand ku îro li tevahiya Başûr pirsgirêka înternetê heye û dazanîn ku ev pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve çêbûye. Rêveberiyê herwiha diyarkir ku ev pirsgirêk di şîrekên înternetê yên Fastlink, Maxnet û çend şîrektên din de derketiye û destnîşan kir: “Ev pirsgirêk ji aliyê Tirkiyê ve çêbûye. Ji ber ku xeta şîrketên mijara gotinê piraniya wan ji Tirkiyê hatine.” Bajarên wek Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Dihok û çend bajarên din nikarin înternetê bikar bînin.   (rn)