Binarê Qendîl serkeftina HDP’ê pîroz kir 09:38 08.06.2015 SOZDA OREMAR/QENDÎL   Li tevahiya Başûrê Kurdistanê gel daketin qadan û serkeftina HDP’ê pîroz kirin.   Duh 7’ê Hezîranê piştî ku encamên hilbijartinên li Tirkiyê diyar bû û HDP’ê benda hilbijartinê derbas kir, tevahiya Başûr wek parçeyên din daketin qadan û ev serkeftin pîroz kirin.   Xelkê Binarê Qendîl jî şevê din bi coşek mezin heta derengiya şevê ev serkeftin pîroz kirin. Xelkê gundê Pirdeşalê, Enzê, Bokirsîkan û Gojarê ji bo serkeftina HDP’ê govend gerandin û kêfxweşiya xwe ya ji vê serkeftinê re nîşan dan. Herwiha gel hestên xwe bi kamerayên RojNews re parve kirin. (ge)