4 gundên din hatin rizgarkirin 05:29 11.06.2015 SERÊKANIYÊ – Di çarçoveya Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku hêzên YPG/YPJ’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê daye destpêkirin de, şevêdin û berbanga sibehê de 4 gundên din hatin rizgarkirin. Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandine, şervanên YPG’ê ku di 36’emîn li dedora bajaroka Suluk a girêdayî Girê Spî (Til Ebyad) operasyonên xwe didomînin, şevêdin jî derbeyên giran li çeteyan xistin. Şervanan şevêdin saet derdora 23.00’an de gundê Resim û 2 gundên ku navên wan nehatin zanîn û 3 km nêzî Sulukê ne, ji bin dagirkeriya çeteyan derxistin û rizgar kirin. Di berbanga sibehê de jî şervanên YPG/YPJ’ê li heman herêmê gundê bi navê Heşîşê ji çeteyan paqij kir. Derbarên encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Operasyonên li herêmê didomin. (ekip/aq) ANHA