Mîhrecan bi xwendina çîrokên kurdî didome 05:39 11.06.2015 QAMIŞLO –Di roja 5’an de a Mîhrecana Çîroka Kurdî 6 çîrokên balê dikşînin ser rastiya gelê kurd û çanda wan hatin xwendin. Mîhrecana Çîroka KUrdî bi bi diurşmeya ˮÇîrok eynika civakê yeˮ li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo di roja xwe ya 5’an de didome. Di roja 5’an a mîhrecanê çîrokên 6 çîrokên din bi beşdarbûna Seroka Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid, Serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd- Sûriyê Dîlawerê Zengî û bi dehan rewşenbîr û welatiyên Qamişlo hate xwendin. Xwendina çîrokan di roja 5’emîn de jî bi rêzgirtinê dest pê bikir paşê çîroka bi navê Jina Fedekar a nivîskar Neclai Xelef, Kongira Şermola ya nivîskar Pêşewîh Cewherî, çîroka Giran a nivîskar Qadir Egîd, Helwesteke Bilind a nivîskar Salih Heydo û çîroka Ahengeke Di Paşêla Mirinê de, ya nivîkar Şivan Xelef û çîroka Buxçê Pîvaza a nivîskar Bênav Mistefa hatin xwendin. Piştî xwendina çîrokan nîqaş li ser naveroka wan hate kirin û nivîskaran bersiva pirsên beşdaran dan. Bi vê yekê roja 5’an a Mîhrecanê bi dawî bû. Îro saet di 17’an de li navneda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo dê Mîhrecana Çîrokan bi xwenina 6 çîrokên din bidome. (dc) ANHA