Partiyên Başûr: Divê gel ji naveroka destûrê werin agahdarkirin 10:46 11.06.2015 HANA AZAD/HEWLÊR/ROJNEWS Hêjmarek ji partî û aliyên siyasî li bajarê Hewlêrê ji bo gotûbêjkirina destûr li hev civiyan. Îro 16 partî û aliyên siyasî li ser banga Partiyên Zehmetkêşan, Şuyî û Sosyalîst li baregeha Hizba Şuyî ya Kurdistanê ji bo li ser destûr nîqaş bikin hatin cem hev. Piştî civînê nûnerên partiyan civînek çapemeniyê lidarxistin û diyar kirin ku pêwîste destûra tê amadekirin netewî be û nêrînê hemû aliyan ber çavan bigire. Nûnerê Hizba Şuyî ya Kurdistanê, Ehmed Şêrwanî di civîna çapemeniyê de ragihand ku pêwîste xelkê herêmê ji proseya amadekirin û naveroka destûr agahdar bibin. Şêrwanî herwiha dazanîn ku divê destûr ji aliyê gel ve were amade kirin û wiha got: “Divê hemû alî beşdarî pergala rêveberiya Herêma Kurdistanê bibi.” 16 partiyan herwiha destnîşan kirin ku divê civînên bi vî rengî hertim berdewam bike. Heta niha 9 made ji destûra Herêma Kurdistanê ji aliyê komisyona 21 kesî ve hatine amadekirin. Mijara destûr yek ji rojevên sereke û girîng ê Başûrê Kurdistanê ye. (ge)