Banga hevgirtin û şoreşê li partiyên Rojhilat hat kirin 04:47 18.06.2015 HEWLÊR/ROJNEWS Çalakvanên li Hewlêrê bang li partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin ku hevgirtî bin û dest bi şoreşê bikin. Serokê PAKê Elî Qazî jî diyar kir ku bêyî dem were diyar kirin divê dest bi xebatên ji bo şoreşa Rojhilat bê kirin û hevpeymaniyek di nava partiyên Rojhilat de were çêkirin. Duh saet 18.00’an şandek ji çalakvanan pêkhatî, serdana ofîsa Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) ya li Hewlêrê kirin. Şande li vir ligel kurê damezirînerê Komara Kurdistanê û serokê PAKê Elî Qazî hevdîtin çêkirin. Çalakvan Mihemed Gomeşînî ku di nava şandê de cih digirt, diyar kir ku kurd li 3 parçeyên Kurdistanê gihiştine qonaxên girîng û wiha got: “Bi serkeftina Girê Spî re kurdan hêza xwe li tevayî cîhanê nîşan dane. Divê êdî partiyên Rojhilat jî di nava xwe de hevpeymaniyekê çêkin û dest bi şoreşa Rojhilat bikin.” Serokê PAKê Elî Qazî spasiya şanda çalakvanan kir û diyar kir ku tekoşîna gelê kurd bi şoreşa Rojava gavek ber bi pêş de avêtiye. Qazî anî ziman ku ev bûye çavkaniya cihê serbilindiya kurdan û bûye sedem ku hemû cîhan dengê kurdan bibihîse. Elî Qazî destnîşan kir ku banga çalakvanan girînge û wiha got: “Ev bang erênî û di cihê xwe de ye. Sedema ku heta niha partiyên Rojhilat nekarîne di nava xwe de hevgirtinek ciddî çêkin, nakokiyên di navbera partiyan û cudahiya îdeolojiyane. Mirov dikare van bide aliyekê û hevpeymaniyek bi hêz ava bike. Ji bo şoreşa Rojhilat çêbibe, bêyî dem were wendakirin; divê dest bi xebatan bê kirin.” (rn/mo)