Kongra perwerdehiyê bi biryarên girîng bi encam bû 05:15 18.06.2015 QAMIŞLO . 2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN Di roja sêyemîn a kongrayê de rêziknameya Komîteya Perwerdehiyê ya Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin û li ser hate erêkirin. Piştre jî bernameya pêşerojê ya perwerdeyê û pêşniyarên beşdaran hatin nîqaşkirin. 2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN Piştî nîqaşên berfireh di navbera beşdarên kongrayê de, kongra bi gelek biryarên girîng bi encam bû û pilansazî û bernameya 2 salên pêş hate diyarkirin. – Ji bo avakirina sîstemeke Perwerdehiya Civaka Demokratîk li hersê kantonên Rojava xebat bêne kirin. – Sîstem û meteryalên perwerdeyên yên dibistanên navîn û amadeyî li kantonên Efrîn û Kobanê herî sêde di 2 salên pêş de bêne guhertin. – Meteryalên perwerdeyê yên dibistanên seretayî yên Kantona Cizîrê herî sêde di 2 salên pêş de bêne guhertin. 2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN – Kadroyekî perwerdeyê li Rojava ku ji 4 hezar mamosteyan pêk tê, were amadekirin. 2 hezar mamoste ji bo Kantona Cizîrê, hezar ji bo Kantona Kobanê û hezar jî ji bo Kantona Efrînê. Hemû mamosteyên di peymangeh û akademiyên girêdayî Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk de dixebitin. – Meteryalên dibistanên Rojava herî zêde di 2 salên pêş de li gorî pêkhateyan bêne guhertin. – Akademiyeke pispor li her kantonekê bête vekirin. – Akademiyeke bîrdozî li kantonên Kobanê û Cezîrê bête vekirin. – Li gorî pêwîstiyê dibistan li gundan bêne vekirin. – Perwerdeyên zimanê kurdî ji hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê bêne dayîn û ji bo pêşxistina zimanê kurdî bi awayekî akademîk xebat bêne kirin. – Konferansên Perwedehiya Civaka Demokratîk li hersê kantonên Rojava herî zêde di 2 mehan de bêne lidarxistin. – Ji bo wergerandina biryar û belgeyên fermî bi zimanên kurdî, erebî û suryanî komîteyeke navendî ya girêdayî Perwerdehiya Civaka Demokratîk were avakirin. 2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN25 Kongra bi axaftina girtina kongrayê ya Rêvebera Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hêlîn Hesen bi dawî bû û têde serkeftina hêzên YPG’ê û YPJ’ê li rojavayê kantona Cizîrê û rizgarkirina bajarê Girê Spî li hemû pêkhateyên herêmê hate pîrozkirin. Her wiha bang li hemû mamosteyan hate kirin ku biryarên kongrayê bêk bînin û rewşa perwredehiyê pêş bixin û nifşekî nû ku xwe dispêre fikra demokratîk û rêgezên netewa demokratîk ava bikin. 2015-06-17-QAM_BERDAWAMIYE-KONGERE-ZIMAN27 Kongra bi durişmeyên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana şervanên YPG’ê û YPJ’ê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bi dawî bû. (jh) ANHA