Rojavayî ber bi goristanên Şehîdan ve herikîn 04:46 17.07.2015 NAVAENDA NÛÇEYAN – Di yekem roja cejna Remezanê de welatî ji saetên sibê ve berê xwe dan goristanên Şehîdan û merasîm têne lidarxistin. Îro welatiyên bajarên Rojava bi girseyî berê xwe dan goristanên Şehîdan. Nûnerên Rêveberiya Xwerseriya Demokratîk, TEV-DEM, Partiyên Siyasî û saziyên civakî yên sivîl jî di nave de bi hezaran welatiyên Rojava berê xwe dan goristanên Şehîd. Li ser goristanan merasîmên bîranînê têne lidarxistin. Şêniyên Dêrikê û Girkê Legê berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik û li wir merasîm tê lidaxistin. Welatiyên Tirbespiyê berê xwe dan goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dukurê ya Tirbespiyê. Welatiyên Qamişlo û gundên wê berê xwe dan goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Welatiyên bjarê Amûdê serdana goristana Şehîd Îsmaîl, welatiyên Hesekê serdana goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê kirin. Welatiyên Til Temir, Zurgan, Dirbêsiyê û Serêkaniyê serdana goristana Şehîd Rustem Cûdî kirin. Welatiyên Kobanê serdana goristana Şehîd Dicle û Goirstana berxwedana Kobanê ku di dema berxwedê de hate çêkirin. Li Efrînê jî welatiyan serdana goristana Şehîd Refîq a li gundê Matîna û goristana Şehîd Seydo ya li gundê Qaziqlê ya Cindirêsê kirin. Li ser hemû goristanan merasîm têne lidarxistin û axaftin têne kirin. Merasîm berdewanin./. (dc) ANHA