Pirtûkek nû ji Weşanên Ava 04:22 14.04.2011 Celadet Alî Bedirxan dibêje ku; “Memê Alan malê miletekî din bûya Xwedê zane ew ê di derheqê wî de hîna çend cild kitêb hatibana nivîsandin. Me Kurdan ewçend guh nedaye van nirxên xwe…” Ev gotina Celadet Alî Bedirxan ji bo Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran û gelek nirxên Kurdan yê wekî din jî dikare bê gotin. Di nav gel de gelek meselok û serpêhatiyên Feqiyê Teyran yên ku bi wendabûnê re rû bi rû ne hene. Ronî War, hinek ji van serpêhatiyan bi zimanekî wejeyî hûnaye û bi romaneke ku ji 160 rûpelan pêk tê pêşkêşî wêjehezan kiriye. War dibêje; “Feqiyê Teyran bahrek e û ji vê bahrê hew dilopek ji pênûsa min niqutiye ser kaxezê.” Pirtûk ji hêla Weşanên AVA ve hatiye çap kirin.