Rengên Nisêbînê di avrêlê de di herikin 08:44 15.04.2011 MÊRDÎN (DÎHA) - Ji ber demsala biharê Şaredariya Nisêbînê meha nîşanê wekî meha çandê îlan kir û di navbera 16-17'ê nîsanê de bi slogana "Rengên Nisêbînê di Nîsanê de diherîkin" şahiya biharê li dar dixe. Şaredarya Nisêbînê ya BDP'î bi slonga "Rengên Nisêbînê di meha Nîsanê de diherikin" di 16 û 17'ê nîsanê de şahiya çandê ya ji govend, film, şano, erbane, muzîk û gelek bernameyên din pêk tê dê li dar bixe. Afîşên bi kurdî, erebî, suryanî û tirkî hatin amadekirin li çar aliyên bajar hatin daliqandin û gel dewetî bernameyan hate kirin. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, diyar kir ku ji bo bernameya 2 rojan xebatên wan ev demeke dirêj e dikin. Gokkan, da zanîn ku ew dê Navenda Çandê ya Mîtanniyê bikin navenda çand û hûnerê ya pirzimanî, pirçandî û pirhûnerî û wiha got: "Em naxwazin raçandina Nisêbînê ya dewlemend bimire. Ji bo ev yekê bê jiyîn ya ji destê me bê em dikin. Şahiya li Nisêbînê pêktê rastî meha pîroz a gelen hat. Di meha nîsanê de Êzidî Çarşema Sor, Suryanî cejna Paskalyayê û yek jî di meha nîsanê de rojbûna Hz. Muhammed e ev yek ji bo mislimanan mehekî pîroz e" Bernameya şahiyê wisa ye: SIBÊ Meş: Meş dê li ber Şaredariya Nisêbînê dest pê bike û li ber Navenda Çandê ya Mîttaniyê bi dawî bibe. Saet: 12.30 Pêşanda Şanoyê: Navena Çandê ya Dîcle-Firat/ Teatra Yekta Hêvî "Evîna Gûl û Masî Cih: Navenda Çandê ya Mîtanî Saet:14.00 Şahî: Ekîba govendê ya Mîtanî Koma Erbane / Navenda Çandê ya Mem û Zîn  Koma Laleş/ Navenda Çandê ya Laleş Cih: Navenda Çandê ya Mîtanî Saet: 19.30 17'ê nîsanê Pêşandan film Cihet: 19:30 : Konsera girtinê Koma Kemençeyê Koma Nergîza Botan/ Navenda Çandê ya Mem û Zîn Hîvron Cih: Navenda Çandê ya Mîtan Saet:14:00 (ft/mae)