Balafirên Tirkiyê li Qendîlê komkûjî pêkanîn 04:16 01.08.2015 NAVENDA NÛÇEYAN Balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Zergele yê li Qendîlê komkûjî pêk anîn û herî kêm 8 sivîl hatin qetil kirin. Nûçegehanê RojNewsê ji herêma şer ragihand ku balafirên şer ên Tirkiyê saet 04.00’an gundê Zergele yê Qendîlê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de heta niha 8 welatiên sivîl şehîd bûne û 15 welatî jî birîndar bûne. Birîndar ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin. Tê gotin ji ber hêjmara zêde ya birîndaran, dibe ku hêjmara şehîdan zêdetir bibe. Li gor agahdariyên RojNewsê 8 rokêt li gund ketine û gund bi erdê re kirine yek. Nûçegihanê RojNewsê ji Diyana ragihand ku 7 birîndarên bombebaranê ji bo nexweşxaneya Diyana ya girêdayî Hewlêrê hatine veguhestin û rewşa tendirûstiya wan başe.