‘Hêzên me amadene bersiva hemû êrîşan bidin’ 04:42 01.08.2015 EFRÎN – Serokê Desteya Parastinê yê Efrînê Ebdo Îbrehîm diyar kirin ku êrîşên Cebhet El-Nusra ên li ser kantona Efrînê bi awayekî plankirî pêk hatine û destnîşan kir ku hêzên wan amadene bersiva hemû êrîşan bidin. Serokê Desteya Parastinê yê Efrînê Ebdo Îbrehîm têkildarî êrîşên dawî yên çeteyên El-Nusra ku li dijî kantona Efrînê pêk tên ji ANHA’yê re axivî. Îbrahîm got ku êrîşên Çeteyên El-Nusra yên li dijî Efrînê di çarçoveya planên Tirkiyê yên li dijî Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û pêşxistina çeteyan û komên radîkal di Sûriyê pêk hatiye. Îbrahîm, da zanîn ku hêzên wan bersiva hemû êrîşên çeteyan dan û êrîş vala derxistin. ‘Hêzên me amadene’ Îbrahîm daxuyankirin ku hêzên wan amadene bersiva hemû êrîşan bidin û got ku hêzên wan dê di hemû şert û mercan de kantonê biparêzin û rê nedin tu komên êrîşkar ku ewlekariya herêmê binpê bikin. (dc/ra) ANHA