Li Edeneyê bûyer rû dan 03:35 20.08.2015 EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê ciwanan ji bo şermezarkirina şîdet û qatlîama dewletê ya li bajarên Kurdistanê meşek li dar xistin û polîsan êrîşî ciwanan kirin. Di bûyerên ku qewimîn de polîsan ciwake derb kirin û binçavkirin. Li navçeya Seyhanê ya Edeneyê ciwanan bi meşekî şîdet û qatlîamên polîsan a li bajarên Kurdistanê şermezar kirin. Li taxa Gulbahçeyê di çalakiya deng derxistinê de ciwanan meş li darxistin û polîsan êrîşî ciwanan kirin. Piştî ku ciwanan bersiv dan bûyer derketin. Polîsan bi bombeyên gazê êrîşî taxên Gulbahçe û Dagliogluyê kirin. Ciwanan jî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî ve bersiv dan polîsan. Piştî pevçûnên heta saetên dereng ên şevê berdewam kir, di encama bûyeran de ciwanek bi derbkirinê hate binçavkirin. (sa)