Agahiyên derbarê bombebarana balafirên Tirkiyeyê de 03:05 26.08.2015 QENDÎL / ROJNEWS Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din li ser gelek Herêmên Parastina Medya geriyan. Gundê Bolê yê Qendîlê û gundê Sêdarê yê ser bi herêma Gare bombebaran kirin. Şevê din seat 21:55’an balafirên şer ên dewleta Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêma Qendîl û Gare bombebaran kir. Herwiha balafirên şer li ser herêmên Xinêre û Xakûrkê jî nizim firiyan. Li gor agahiyan gundê Bolê û herêma Kortekê ya Qendîlê û derdora gundê Sêdarê yê ser bi Gare ji aliyê balafirên Tirk ve bi dijwarî hatiye bombebarankirin. Di encama bombebaranê de ti ziyanek canî çênebûye, lê gelek rez û baxên hemwelatiyan şewitiye û heta niha jî şewat berdewam dike. (rn)