Pêşmergeyan dest bi operasyona paqijkirina gundên Daqûqê kirin 03:42 26.08.2015 NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS   Li başûrê Kerkûkê operasyona hêzên hevpar a pêşmerge û hêzên dije terorê li dijî çeteyên DAIŞ’ê destpê kir.  Di encama operasyonê de gundê El-Bunecim ji DAIŞ’ê hat rizgar kirin û operasyon didome. Şeva borî saet 22.0’an balafirên hevpeymanan li gundê El-Bunecim, Tel Besel, Simaqey Xwarû, Simaqey Serû, el-Zirge, Tamar, Debic û El-Buşhab baregehên DAIŞ’ê bombebaran kirin.  Bombebaran heta saet 05.00’an berdewam kir. Gundê El-Bunecem ku navenda serekî ya çeteyên DAIŞ’ê ye, ji aliyê pêşmergeyan ve hat rizgar kirin û pêşveçûna hêzên pêşmergeyan berdewam dike.   Gund û rêyên ku ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatine mayîn kirin, heta niha zêdetirî 130 mayîn hatine jinav birin. Operasyona hêzên pêşmerge û dije terorê ya ji bo rizgar kirina gundên başûrê Kerkûkê berdewam e.   (kr/rn)