Gelê Sûrê li hemberî êrîşên dijwar li ber xwe didin 04:34 06.09.2015 AMED (DÎHA) - Li Navçeya Sûrê ya Amedê ji duh ve tîmên taybet navçe dorpêç kirine û bi çekên giran êrîşî berxwedana gel dikin. Ciwanên li taxên Fatîhpaşa û Hasirliyê bersiv dan polîsan. Şêniyên taxê derketin ser şaneşîn û pencereyan û bi çalakiya dengderxistinê êrîşên polîsan şermezar kirin. Di seatên serê sibê re li navçeyê dengên çekan bilind bû. Gengeşiya li navçeyê didome. Agahiyên berfireh dê werin... (wk)