Yekemîn konferansa jinên Êzidî li Kampa Newroz destpêkir 08:58 15.09.2015 DÊRİK – Li Kampa newroz ya gelê Şengalê, jinên êzdî yekemîn konferansa xwe li darxist. Konferans bi amadebûna 165 jinên kampa Newroz û endama Rêxistina Wexfa Jinên Azad a Rojava Axîn Amed û Rêveberiya Yekîtiya Star Henîfa Hesên û jinên Meclisa Avaker a Êzidiyên Şengalê amadebûn. Cihê konferansê bi wêneyên tekoşeran, wêneyên yên Fermana Şengalê û posterên Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan xemilandin. Konferans bi deqek rêzgirtin dest pêkir. Piştire dîwana konferansê ji pênç kesan hate hilbjiartin. Piştire Rêvebera Kampa Newroz Pelda Çiya axivtin kir û serkeftin jibo jinên Êzidî xwest. Konferansê de axavtinên Rêberê Gelê Kurd Abdualh Ocalan li ser jinê hatin xwendin. Konferans bi axaftinên rêveberiya Yekîtiya Star Henîfa Hesên berdewame. (ekîp/ra) ANHA