Heyfa Erebo: Koçberî siyaseteke ku xizmeta alîgirên DAIŞ’ê dike 03:51 21.09.2015 QAMIŞLO – Endama Tevgera Civaka Demokratîk Heyfa Erebo, diyar kir ku koçberî siyaseteke ku xizmeta berjewendiyên alîgirên DAIŞ’ê dike. Erebo da zanîn ku ev siyaset piştî serkeftinên mezin yên ku şervanên YPG/YPJ’ê li Rojava pêk anîn hat destpêkirin û koçberî hat teşwîqkiri.HEFA-ERABO Di çarçoveya rêzecivînên ku Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca hişyarkirina welatiyan a li ser xeteriyên koçberiyê, civînek hat lidaraxistin. Civîn ji bo welatiyên taxên Aşûriyê, erbewiyê û Bişêriyê yên bajarê Qamişlo, li navenda Meclîsa Gel a taxa Aşûriyê, hat lidarxistin. Di civînê de Seroka Desteya Maliyê Remziye Mihemed û Endama Tevgera Civaka Demokratîk Heyfa Erebo û dehan welatiyên taxên bajar, amade bûn. Civîn bi kêliyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Enadama Tevgera Civaka Demokratîk Heyfa Erebo axivî û diyar kir ku koçberiya ji Rojava ya ber bi Ewrupayê ve, siyaseteke sîstematîk e ku ji aliyê hin dewletên herêmî û navnetewî yên ku piştgirya DAIŞ’ê dikin ve tê meşandin. Erebo da zanîn ku armanca vê siyasetê ew e ku projeya valakirina herêmê ji kurdan temam bikin û xizmeta berjewendiyên hêzên hundir û derve yên ku bi pirsgirêka kurdan re eleqedarin, dike. Erebo deştnîşan kir ku ev siyaset rewşa siyasî û leşekerî ya li herêmê sor dike. Erebo da diyarkirin ku teşwîqkirina koçberiya ji Rojavayê Kurdistanê piştî serkftinên Şervanên YPG/YPJ’ê û rizgarkirina piraniya herêmên Rojava ji çeteyan, hat despêkirin û got: Serkeftin û destkeftiyên ku li Rojava hatin bidestxistin, ji bo DAIŞ’ê û alîgirên wê weke derbeyeke mirinê bû.” Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) dê di rojên pêş de jî civînên bi vî rengî li tevahiya tax û gundên Qamişlo, lidar bixe. (dm/ra) ANHA