Barzanî wezîrên Goran ji hikûmetê derxistin 04:16 13.10.2015 NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, 4 wezîrên Tevgera Goran ku cihê xwe di hikûmetê de digirtin, ji kar dûr xist. Berdevkê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê yê bi navê Sefîn Dizeyî ji Reuters’ê re axivî û diyar kir ku Serokê Hikûmetê Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji wezîrên Tevgera Goranê xwestiye, dest ji karê xwe berdin. (he)