Pêngava ber bi zimanê Kurdî ve li Rojhilatê Kurdistanê bi hêz dibe 05:32 18.10.2015 ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN Beşek mezin yê çalakvanên xwendekar û mamostayên bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê semînerek li ser zimanê Kurdî pêk anîn. Piştî hikûmeta Tehranê biryar da ku dinava pirtûka ziman û wêjeya Farsî yên xwendinê de beşek teybet bide ji bo zimanê neteweyên din ên Îranê, îsal Zanîngeha Kurdistan a bajarê Sine beşek teybet ji bo zimanê Kurdî vekir. Pêş demek beşek ji çalakvanên sivîl û rewşenbîr ên bajarê Rojhilatê Kurdistan, li rayedarên Îranê bi teybet jî li waliyê bajarê Kirmaşan Îbrahîm Rezayî Babayî rexne kirin, ji ber ku li zanîngehên Rojhilatê Kurdistanê û bi teybet jî li bajarê Kirmaşanê xwendina bi zimanê Kurdî paş gûh xistine. Niha jî ev pirse bûye yek ji mijarên herî sereke dinava pêkhateyên civakê de û duh li Kirmaşan semînerek vê der barê de hat dayîn. Li ser vê semînerê, rayedarên bajêr gotin ku projek wan a vekirina fakûlteyek zimanê Kurdî heye û ev projeye ji bo wezareta xwandina bilind rêkirine, lê hîna bersiva wan nehatiye dayîn. Kurdên Rojhilatê Kurdistanê hemû demê giringî didin bi zimanê zikmakî û li ser bicih kirina zimanê zikmakî dinava sîstema xwendinê de jî bi israr in. (sk)