DYA wê bi 70 mîlyon dolarî çek bifiroşe Tirkiyeyê 05:31 30.10.2015 WASHÎNGTON - ANF Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê ya DYA diyar kir ku wê ji Tirkiyeyê re bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxane bê firotin. DYA, destûr da firotina hin sîstemên krîtîk ên çekê ku Tirkiye ev demeke dirêj e dixwaze. Ajansa Hevkariya Ewlekarî û Parastinê (DSCA) ya ser bi Wezareta Parastinê ya DYA di şeva Çarşemê de ji Kongreya Amerîkayê re agihand ku wê bi 70 mîlyon dolarî çek û cebilxaneyên ji teknolojiya nûjen, ji Tirkiyeyê re bê firotin. Tê gotin ku ev çekên ji teknolojiya nû wê di êrîşên hewayî de bi giranî li hemberî PKK'ê were bikaranîn.