Fransa ji bo Roja Kobaniyê dadikeve kolanan 05:34 30.10.2015 NAVENDA NÛÇEYAN - ANF Li Fransayê wê li gelek navendan ji bo destekkirina Kobanê çalakî bên lidarxistin. Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê (CDK-F) banga beşdariya li van çalakiyên li gelemperiya Fransayê kir. Di daxuyaniya nivîskî ya CDK-F de hat gotin, "Zîhniyeta AKP'ê ya faşîst û DAIŞ'ê, bi awayekî topyekûn êrîşî gelên qedîm ên Rojhilata Navîn kirin, jîngehên wan şewitandin, talan kirin û çi zarok çi extiyar bi hezaran mirov bi awayekî hovane qetil kirin." 'DOR A MIROVAHIYÊ YE' Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku artêşên dewletan jî nikarîbûn bi DAIŞ'ê, lê belê li Kobanê serketin hatiye bi dest xistin û hat gotin, "Ev serketin bûye serketina mirovahiyê. Bi armanca parastina serketina Kobanê û ji nû ve avakirina Kobanê, em bang li tevahiya welatparêz û her kesên alîgirê wekhevî û biratiyê dikin ku beşdarî meş û mîtîngan bibin. Girîng e em bi şiyara 'Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, niha jî dor hatiye mirovahiyê ku Kobanê ji nû ve ava bike' tevlî çalakiyan bibin." BERNAMEYA ÇALAKIYAN Dem û cihê çalakiyan ên li Fransayê bi vî rengî ye: Parîs Saet: 14:00 Meydana Bastîlle Marsîlya Saet: 13:00 Réformés Canebière Lyon Saet: 18:00 Place des Terreaux Strasboûrg Saet: 14:00 Place Kleber Bordeaûx Saet: 15:00 Place de la Bourse Toûloûse Saet: 14:00 Place du Capitole Rennes Saet: 13:30 Dalle de Colombier Montpellîer Saet: 13:00 Place de la Comédie Metz Saet: 14:00 Place de République