FINDA HEMÛ CÎHANÎ / Mahsûm Nisêbînî 08:03 01.11.2015 Ji keleha pîroz ji xaka Arînan lehengîdeng bilind dibe bi rûmet û bi hêvî pêl bi pêl dilîlîne li seranserî Cîhanê herkroniya xwe diçurise bi kelecaniya hêstsotîn govenda evînê diqîrim ji dilên melûl bîstîkên şîniyê diqurêfim çavên şaşekor bi bedêlstêrkan vedibin bi fipa lêhengên Kobanê rivînên dilbiqîr ditefin rondikherka çavên min lêv li ken jiyana min banga azadiya min Kobanê Kobana min tu rûmet û her canî finda hemû Cîhanî deng û rengên çeleng brûskan vedidin tevliva Koban û Şingala dilovan jînrêziyê hinbêz dike bi dilgermî baskên spî difîrîne li peyte me bi şev û roj tu jankêşî ez im dilsoj tu merqedî tîrêjeroj Kobanê Kobana min tu rûmet û her canî finda hemû Cîhanî di henesa azadigeran de hêzşewqa gelan digere li sernişûviya şîniyê aramî difûre bena kiryarên nirxkujan diroxe ji xapînokên xwe xwefiroşiyê vedidizin bi livreşiya xwe perda xeyalên qetî dalêsin tilmîzên mîjokdar... giwêniyên berbayê Kobana rêngînin dil dikelin ji bo te ne ziman pesindarê te ne dest çepikên vîna te ne Kobanê Kobana min tu rûmet û her canî finda hemû Cîhanî Mahsûm Nisêbînî Çile 201