Li herêma Holê 10 cihên din hatin rizgarkirin 04:58 15.11.2015 HESEKÊ – Hêzên QSD’ê ku li derdora Holê operasyonên xwe didomînin, 10 noqteyên din jî, ji çeteyan rizgar kirin. Di xebatên lêgerînê yên li herêmê de 6 tirimpêlên bombebarkirî, 4 pik-up, kamyonek, tirimpêleke Hammer û panzerek hatin bidestxistin.HESEKE-LI-HOL-10-CIHEN-DIN-RIZGAR-BUN-5 Hêzên QSD’ê piştî ku di roja 14’an a operasyonê (13 mijdar) de bajaroka Holê ji çeteyan rizgar kir, li herêm ê xebatên lêgerînê dabûn destpêkirin û ev xebat duh bidawî bibûn. Di encama lêgerîan de 6 tirimpêlên bombebarkirî, 4 pik-up, kamyonek, tirimpêleke Hammer û panzerek hatin bidestxistin. Li bajarokê gelek cebilxane û mayinên ku çeteyan plan dikirin deynin, lê ji ber operasyona QSD’ê nekarîbûne jî hene. Li aliyê din hêzên QSD’ê li derdora Holê operasyonên xwe didomînin û di van operasyonan de 10 noqteyên din ji çeteyan hatin paqijkirin. Di van operasyonan de 7 çete hatin kuştin. (ekip/a) ANHA