"Em ê tolê hildin" 05:24 24.04.2011 Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê nasnameya 3 gêrîlayên roja 20’ê Avrêlê li navçeya Bazarcixa Gurgumê jiyana xwe ji dest dabûn aşkere kir. HPG’ê got; “Em ê tola hevalên xwe hildin” û banga xwedîlêderketina cenazeyan li rayagiştî û gelê Kurd kir. HPG’ê daxwiyaniya xwe ya ji beriya niha ku gotibû “Ger êrişê me nekin, em ê heta 15’ê pûşperê di pozîsyona xwe parastinê de bin” bi bîr xist û ragihand ku “Em ê tola hevalên xwe hildin.” Agahiyên nasnameyên gêrîlayên HPG’ê wiha ne: *Kenan Topdemir (Cemal Pasûr) sala 1988 li Amedê ji dayîk bûye, 17’ê Tîrmeha 2005 tevlî refên gêrîlayan bûye. *Munîr Kîlîm (Mazlûm Goyî) sala 1982 li navçeya Qilaban a Şirnexê ji dayî bûye, 5’ê Adara 1999 ji Mexmûrê tevil bûye. *Alî Ekber Soncul (Sebrî Toros) 18’ê Îlona 1976 li Gurgumê ji dayîk bû, sala 1997 ji Elmanya tevil bû. HPG’ê ragihand ku gêrîlayek dîl ketiye dest. HPG’ê ragihand ku “Em ê tola hevalên xwe li erdê nehêlin” û banga xwedîlêderketinê li gel û rayagiştî kir. ANF NEWS AGENCY