AKP û PDK’ê rê li pêşiya Kobanê girtine 08:05 06.12.2015 ŞERVÎN MUSTEFA EFRÎN – Li aliyekî hikûmeta AKP’ê û li aliyê din PDK’ê rê nadin ku made û alîkariyê ji bo Kobanê derbas bibin. XELÎL SÎNO Ji Rêveberên Komîteya Jinûve Avakirina Kobanê ya Kantona Efrînê Xelîl Sîno girêdayî mijarê agahî da ANHA’yê û da xuyakirin ku hikûmeta Tirk û PDK’ê ev du heftî ne nahêlin madeyên avakirinê wekî “hesin, qûm, alavên veguhestinê, pêdiviyên nexweşxaneyan û hwd” derbasî kantonê bibin û deriyên xwe li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî girtine. Xelîl destnîşan kir ku di demeke ku pêdiviya Kobanê bi yek metre hesin jî heye, herdu deriyên sînor ên Sêmalka û Murşitpinarê hatine girtin. Li gorî Sîno, hin proje bi saya alîkariyên ku hatine şandin pêk hatin, lê girtine deriyên sînor pîlan û projeyên di çarçoveya jinûve avakirina Kobanê asteng dikin. Sîno ji rêxistinên mirovahiyê yên navnetewî xwest ku destwerdanê bikin da ku herdu derî werin vekirin. (he) ANHA