Li Sûrê qedexe bi tenê li kolana Gazî hat rakirin 04:01 30.12.2015 AMED - ANF Qeymeqamiya dewleta Tirk a li navçeya Amed Sûrê da xuyakirin, ku qedexe li Kolana Gazî hatiye rakirin. Di daxuyaniya qeymeqamtiya Tirk de hat ragihandin ku qedexeya li Kolana Gazî ya Sûrê di 11'ê Kanûna 2015'an de hat ragihandin, ji 30'ê Kanûna 2015'an roja Çarşemê saet ji 07:00 û pê ve hatiye rakirin. Hat gotin ku qedexeya li 6 taxên din dewam dike.