Çeteyên ku êrîşî Asayîşê kirin têk çûn 04:09 30.12.2015 Girê Spî – Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî navendeke Asayîşê ya bajarê Girê Spî kirin, hêzên Asayîşê bersiv da û du çete hatin kuştin. Li gorî agahiyên nûçegîhanên ANHA’yê komeke çete yên DAIŞ’ê ji 8 kesan pêk dihat saet di 03:00’an ango di nîvê şevê de bi çekên giran êrîşî navenda asayîşê kirin.GIRESPI-KUSTINA-2-CETAN-1 Hêzên asayîşê bersiv dan vê êrîşê û pevçûn di navbera hêzên asayîşê û çeteyên DAIŞ’ê de derketin. Pevçûnan heyanî saet 5:35’an dom kirin û di encamê de hêzên asayîşê du çete yek ji wan dixwest xwe biteqîne kuştin û yên dîtir reviyan. Piştî wê hêzên Asayîşê û şervanên YPG’ê di nava bajar de dest bi operasona paqijkirinê kir û heyanî niha jî didome. (he) ANHA