´Ji bo Bakur tenê PDK ne xwedî helwestek zelale' 09:17 02.01.2016 HANA AZAD/ HEWLÊR Parlamenterê YNK'ê Newzed Resûl got ku li Başûrê Kurdistanê tenê PDK ne xwedî helwestekî zelale li hemberî Bakurê Kurdistanê. Berxwedana gel li Bakurê Kurdistanê berdewame û li Başûrê Kurdistanê jî her diçe piştgiriya ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê zêde dibe. Parlamenterê YNK'ê li Parlamentoya Iraqê Newzed Resûl ji RojNews re axivî, wiha got; "Heya niha li Başûrê Kurdistanê PDK'ê li hemberî berxwedana Bakurê Kurdistanê ti helwest nîşan nedaye. Sedema vê jî têkiliyên navbera PDK û AKP'ê de ye." Parlamenter Newzed Resûl bal kişande ser bêdengiya PDK'ê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk li ser berxwedana gelê Bakurê Kurdistanê û wiha got; "Zêdetirê aliyên siyasî û partiyên Başûrê Kurdistanê diyar kirine ku ew piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê dikin. Lê ji ber nezelalbûn û nebûna helwesta PDK'ê ya li hemberî berxwedana Bakurê Kurdistanê, ji ber têkiliyên navbera PDK û AKP'ê de ye." Newzed Resûd di dawiya axaftina xwe de got ku divê em hemû alî êdî qebûl bikin ku di lewazkirina DAIŞ'ê de rola PKK'ê pir sereke û giringe û axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Îro dema wê hatiye ku hemû alî û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê li ser têkoşîn û pêşengiya PKK'ê ya dişerê dijî DAIŞ'ê de bibîn hemfikir û vê bi giringî bigirin dest." (sk)