Ciwanên li ser sînor daxuyanî dan 09:34 02.01.2016 QAMIŞLO – Jinên ciwan ên Kantona Cizîrê ku çûne ser sînorê Rojava-Bakûr daxuyanî dan. Jinên Ciwan ên ji seranserî kantona Cizîrê li bajarê Amûdê hatin cem hev û çûn gundê Sêgirka yê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûr li wir mitînga xwe destpê kirin.QAMISLO-TEVGERA-JINEN-CIWAN-DAXUYANI-3 Ji rêveberên Tevgera Jinên Ciwan ên Şoreşger Dicle Avaşîn li ser navê girseya ciwanan daxuyaniye xwend. Avaşîn got ku ew ê beşdarî hêza berxwedaniya Bakûrê Kurdisatnê bibin û destnîşan kir ku çawa dewleta Tirk û hevkarên xwe li Kobanê bibin ketin dê li bakûrê Kurdistanê jî xwediyên binketinê bin. Dicle Avaşîn silav da berxwedaniya jinên Bakûrê Kurdistanê û qehremantiya li wir tê meşandin. Li gorî daneyên nûçegîhanê ANHA’yê çalakiya ciwanan dê bi mitîngehekê dewam bike. (he) ANHA