‘Ji Parîs hetanî Silopiyê rûyê AKP’ê derdikeve’ 08:40 10.01.2016 HESEKÊ – Meclîsa Biratiya Gelan a Hesekê bi gotina “Ji Parîs hetanî Silopiyê nîşaneya rûyê rast ê hikûmeta Erdoxan e” komkujiyên li Bakûr şermezar kir. Meclîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê girêdayî mijarê daxuyaniyek da raya giştî ya Kurdistan û cîhanê. Daxuyanî wiha ye:HESKE-MECLESA-BIRATIYA-GELA-1 “Sekna gelê me yê Bakûrê Kurdistanê zexteke mezin li ser hikûmeta Erdoxan û AKP’ê çêkiriye. Ev partî bûye pir tevlîhev dike û li dijî gelê me rûyê xwe yê rast nîşan dide. Taxan topbaran dike û bi balafir û topan êrîş dike û komkujiyan pêk tîne. Komkujiyên li dijî jinên kurd ji Sakîne, Leyla û Fîdan li Parîsê heta şehîdên Silopiyê nîşana herî ber bi çav a vê yekê ye. Jina Kurd li ser riya azadî û parastina rûmeta gelan roleke mezin dilîze û li hemberî sîstemên desthildat ên zordariya xwe li ser gel ferz dikin, serî hil didin û têkoşînê didin meşandin. Em van kiryar û êrîşên hovane yên Erdoxan û partiya wî wekî girtin, kuştin, topbarankirin, hilweşandina bajar û gundan bi tundî şermezar dikin. Em heta dawiyê bi gelê re ne. Di riya avakirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk de em li rex we ne û bi hev re dadmendî û wekheviyê pêk bînin.” (he) ANHA