Malpera Mezopotamya xwe nû kir 05:53 14.01.2016 Malpera mezopotamya.gen.tr ku demek bû li ser nûkirina malperê û destpêkirina demeka nû ya malperê dixebitî, îroj dawî li van xebatên xwe anî û malper careka din bi naverokeka dewlemend dest bi weşana xwe dema nû kir. Malpera mezopotamya.gen.tr di warê xizmeta ziman, dîrok, mîtolojî, folklor, çand û wêjeya kurdî de yek ji malperên herî xwedî ked û bi rûmet e. Em weke redaksiyona malpera amidakurd.com serkeftinê ji mezopotamya.gen.tr û hemû kedkar û nivîskarên wê re dixwazin. Amîda Kurd