Ji Yekîtiya Star biryarên girîng 05:13 16.01.2016 EFRÎN – Konferansa Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ya xebatên salekê bi biryarên girîng û hilbijartina 5 endamên Kordînasyona Giştî bidawî bû. Duh konferansa salane ya Yekîtiya Star a Kantona Efrînê ku bi durişmeya “Azadiya Rêber APO misogeriya azadiya jinê ye” hat organîzekirin.EFR- Di konferansê de li ser navê Rêveberiya Xweseriya Dermoaktîk Fatma Likto axivî û got: “Rêxistina Yekîtiya Star karîbû xwe birxistin bike û rola jinê di nava şoreşê de aktîf bike. Jinê bi vîna xwe ya mezin di aliyê siyasî û leşkerî de xwe îsbat kir.” Piştre rapora salane ya ya kar û xebatê ji aliyê Endama Kordînasyona Yekîtiya Star Hêvîn Hisên ve hat xwendin. Piştre kar û xebata ku hatiye kirin ji aliyê beşdarên konferansê ve hatin nirxandin û derbarê wê de nêrîn û pêşinyar hatin vegotin. Piştî gotûbêjên berfireh ev biryar hatin standin. Hin biryarên ku di konfransê de hatin girtin ev: 1- Her endameke saziyan dibe endama komînê. 2- Divê her komînek arşîva navên endamên saziyan kom bike. 3 – Akademiyeke din a Yekîtiya Star a perwerdehiya girtî (ji 2 heta 4 mehan) were vekirin. 4 – Her 6 mehan carekê civînek were lidarxistin. 5 – Pêdiviyên jinên mexdûr werin peydakirin. 6 – Divê her saziyek nerîna Kordînasyona Yekîtiya Star derbarê xebitandina jinan de di ber çavan re derbas bike. 7 – Divê ji bo zarokan komîn werin avakirin. 8 – Bi awayekî berdewam civînên jinan werin lidarxistin û perwerde were organîzekirin. 9 – Derbarê perwerdeyê de bi welatiyan re gotûbêj were kirin. 10 – Dewreyên perwerdeyên vekirî dewam bikin. 11- Kampaniya jinûve avakirina komînan û temamkirina komîteyên wan were destpêkirin. 12 – Navendên komînên jinan werin vekirin. 13- Hejmara endamên jinan di komînên TEV-DEM’ê de were temamkirin. 14- Hemû rêveberên saziyan xwe fêrî zimanê Kurdî bikin. Piştî vê biryarê bi du mehan rapor bi zimanê Kurdî tê radestkirin. 15- Her mamosteyeke zimanê Kurdî endamên jin ên komînan û kesên derveyî wan perwerde bikin. 16 – Ji komînên aborî û hwd re civîn werin lidarxistin. 17- Komîteyên jinên ciwan di nava komînan de werin avakirin. 18 – Semîner û civîn ji welatiyên re werin lidarixstin û derbarê zewaca bi temenê zû de hişyarî were kirin. 19 – Komîteya Têkiliyên Dîplomatîk divê gundên kantonên ên hatine rizgarkirin serdan bike da ku xwe bigihîne hemû jinan. 20 – Perwerdeya leşkerî were organîzekirin û tabûreke leşkerî ya jinan were avakirin. 21 – Li pêşiya siyaseta koçberiyê rê were girtin. 22 – Ji bo serbestberdana têkoşera kurd Zeyneb Celalî ya di girtîgeyên Îranê de kampanya were destpêkirin. Piştî ku ev biryar hemû hatin erêkirin, hilbijartinan çêkirin. Ji bo Kordînasyona Giştî ya Yekîtiya Star a kantona Efrînê ‘ Şêrîn Hesen, Medya Berekat, Wehîda Xelîl, Ayşe Xezna û Newroz Haşim’ hatin hilbijartin. Li vir konfrans bi dawî bû. (he) ANHA