'Ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî, wê têkoşîn bi ser bikeve' 11:28 21.01.2016 BEHDÎNAN - ANF Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Kurd a Mahabadê daxuyaniyek weşand û got, "Gelê Kurd bi taybetî jin û ciwanên Kurd, ji bo bîranîna hemû pêşeng û welatparêzên Kurd ên li Mahabadê û li hemû qadên berxwedanê şehîd ketine, îro bi awayekî fedaî li ber xwe dide. Jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd ên xwe gihandine vê vîn û biryardariyê, êdî nepêkan e ji têkoşîna jiyana azad û demokratîk vegerin. Gelê Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî, wê berxwedanê bi misogerî bi ser bixînin. Kurdistana azad û demokratîk wê bi ser bikeve." Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi wesîleya salvegera damezrandina Komara Kurd a Mahabadê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Beriya niha bi 70 salan, li dora Mahabadê Komareke Kurd hat damezrandin. Em hemû damezrînerên Komarê yên ku vîna xwerêveberiyê ya gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê destnîşan kirin bi rêzdarî silav dikin, hemû şehîdên di oxira jiyana azad de jiyana xwe ji dest dan bi minetdarî bibîr tînin." DAMEZRÎNERÊN MAHABADÊ ROLA XWE YA DÎROKÎ BI CIH ANÎN Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir: "Qazî Mûhammed û hevalên wî, ku beriya niha bi 70 salan rabûn û bi gotina 'jiyna azad û demokratîk mafê gelê Kurd e jî' dest bi rêxistinê kirin û komar ava kirin, ji bo tevahiya Kurdistanê bi taybetî jî ji bo Rojhilatê Kurdistanê bûn nîşaneya vîna jiyana demokratîk û azad. Eger îro li çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna ji bo jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd didome, di vir de Komara Kurd a Mahabadê û yên ji bo vê Komarê canê xwe feda kirin xwedî pareke girîng in. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd jî, weke xeleke ji vê zincîna têkoşînê, ji bo gelê Kurd hêja û watedar e. Damezrînerên Komara Mahabadê, ji aliyê zindîhiştina vîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ve rola xwe lîstine û di dîroka azadiyê de bûne xwedî cihekî hêja. Her xeleka têkoşîna jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd, tecrûbeyekê derdixîne holê. Damezrandin û hilweşîna Komara Mahabadê jî gelek tecrûbe derxistin holê. Bi êrîşên li hemberî Komara Mahabadê û bi îdamên hatin kirin re gelekî baş hatiye dîtin, ku fitneya netewe-dewlet a li nava gelên Rojhilata Navîn hatiye bicihkirin, çavkaniya herî mezin a xerabiyan e. Zîhniyetekî ku li şûna bi Kurdan re li hev bike û jiyaneke hevpar ava bike, eciqandin û serdestiyê ferz dike, li serê gelên Rojhilata Navîn bûye bela. Ev zîhniyet, dem û cih cuda jî bin, ji aliyê çînên serdest ên dijminatiyê li Kurdan dikin ve, hatiye nîşandan. Ev zîhniyet xwedî karakterekî welê ye, ku ne tenê gelê Kurd diêşîne, di heman demê de zerarê dide gelên xwe. Rewşeke welê hatiye afirandin, ku neçareseriya pirsgirêka Kurd veguheriye cezayekî xwedayên nebaşiyê yên mîtolojîk, ku daye gelên Rojhilata Navîn. HESRETA JIYANA AZAD LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ ZINDÎ YE Tovên jiyana demokratîk û azad ên ku Komara Kurd a Mahabadê li Rojhilatê Kurdistanê reşandiye, ti carî nemirine. Ev tov îro li Rojhilatê Kurdistanê weke hesreta jiyana demokratîk û azad, hînê zindî ye. Daxwaza jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd ti carî netefiya ye. Ev daxwaz îro li hemû parçeyên Kurdistanê hîn bêhtir bi zanebûn û rêxistinbûyî ye. GELÊ KURD HEMÛ JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN MAHABADÊ BI FEDAÎ LI BER XWE DIDE Di van rojên ku Komara Kurd a Mahabadê hat damezrandin de, gelê me yê li Bakurê Kurdistanê berxwedaneke lehengî ya xwerêveberiyê dimeşîne. Gelê Kurd bi taybetî jin û ciwanên Kurd, ji bo bîranîna hemû pêşeng û welatparêzên Kurd ên li Mahabadê û li hemû qadên berxwedanê şehîd ketine, îro bi awayekî fedaî li ber xwe dide. Jin, ciwan û tevahiya gelê Kurd ên xwe gihandine vê vîn û biryardariyê, êdî nepêkan e ji têkoşîna jiyana azad û demokratîk vegerin. Gelê Bakurê Kurdistanê, ji bo bîranîna Qazî Mûhammed û hevalên wî, wê berxwedanê bi misogerî bi ser bixînin. Kurdistana azad û demokratîk wê bi ser bikeve. Êdî ti ji hêzên sîstema qirkirina çandî wê nikaribe gelê Kurd li Rojhilata Navîn bê nasname, bê ziman, bê çand û bê xwerêveberiyê bihêlin. Gelê me yê li Rojhilatê Kurdistanê di roja îro de ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo demokratîkkirina tevahiya Îranê veguheriye hêzeke jiyana azad û demokratîk. Em di wê baweriyê de ne, ku gelê Rojhilatê Kurdistanê wê zemîna jiyana hevpar a di dîroka qedîm a Îranê de heye bi vîna jiyana azad xurt û tacîdar bike, di damezrandina Kurdistana azad û Îrana demokratîk de rola xwe bilîze; li ser vê bingehê em şehîdên Komara Kurd a Mahabadê careke din bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin."