Ji konferansa li Kerkûkê biryara 'xwerêveberiyê' derket 07:32 30.01.2016 KERKÛK - ANF Tevgera Azadî danezana encamê ya 1. konferansa xwe ya li Kerkûkê aşkere kir. Tevgera Azadî encamên konferansê bi 10 xalan ragiahnd û da zanîn, xebatên sîstema xwerêveberiyê wê ji bo wan esas be. TESPÎT Û BIRYAR Biryarên di konferansê de hatin wergirtin bi vî rengî ne: "Ji bo pêşvebirina siyaseta demokratîk û xweseriya demokratîk em ê têkoşîna xwe mezin bikin û modela xwerêveberiya demokratîk bikin bingeha xebatên xwe yên ji niha û pê ve. Ji bo çareserkirina krîzên heyî û birêxistinkirina mûxalîfên sîstema heyî qebûl nakin, li gund, bajarok, navçe û bajaran wê komîte werin avakirin. Her wiha wê têkoşîna çînî bi aktîf were meşandin. Girîngiyeke mezin wê ji xebatên çapemenî, çand, wêje hwd. re were dayîn. Salê carekê wê kadro û xebatkar werin perwerdekirin. Ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê wê bîrdariyek bê çêkirin. Pêwîste fermandariya hevpar a bi xwîna gerîla û pêşmergeyan derket holê, ji dest neçe. Ji bo parastina welatiyan û hêsankirina jiyanê, divê hêza asayîşeke hevpar tavilê were avakirin. Di têkoşîna li hemberî şîdeta li dijî jinê de em ê bi hemû hêza xwe re li cem têkoşîna jinê bin û di vî warî de bêhtir bi rêxistinî têbikoşin. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên koç û bêkariyê xebateke berfireh were meşandin, di mijara koçberiyê de ciwan werin perwerdekirin û bi vî rengî pêşî li koçberiyê were kirin. Di çarçoveya pîvan û felsefeya jiyana bi hev re de bi hemû aliyên siyasî, komên etnîkî, kesayetên serbixwe yên demokrat û dengên mûxalîf ên li Kerkûkê re têkilî were pêşvebirin û polîtîkayên ji bo çareseriya pirsgirêkan bên afirandin. Ji bo parastina cihên dîrokî û parastina ekolojiyê xebatên berfireh bên meşandin. Ji bo gel ji gaz û petrola li herêmê sûdê werdigire, em ê bibin şopdarên kar û barên firotina petrolê. Ji bo bi cih anîna xala 140. em ê kar bikin."