Mamostayên Hewlêr jî îro biryara boykotê dan 05:21 07.02.2016 HANA AZAD/ HEWLÊR / Rojnews Li bajarê Hewlêrê boykota karmendên terduristiyê yên Nexweşxaneya Rizgarî ket roja duyem de û beşek mamostayên Hewlêr jî îro biryara boykotê dan. Li bajarê Hewlêrê boykota dijî nehatin û kêmkirina mûçe ya karmendên Nexweşxaneya Rizgerî ket di roja duyemîn de. Îro beşek ji mamostayên fakûlteyên cûda yên Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê jî biryara boykotê dan. Karmendên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Rizgarî ya Hewlêrê duh diyarkiribûn ku ew biryara kêmkirina mûçe ya ji aliyê hikûmetê ve hatiye wergirtin qebûl nakin û dest bi boykota çûna ser kar kirin. Îro bi heman armancê mamostayên Zanîngeha Selahaddîn a Hewlêrê jî beşek zêde biryara boykota çûna ser kar ragihandin. (sk)