Êrîşa çeteyan a li dijî Tişrînê hat şikandin 05:26 07.02.2016 TIŞRÎN - ANF Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wegirtin, çeteyên DAIŞ'ê danê vê sibehê hewl dan êrîşî derdora Bendava Tişrînê bikin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên bi vê hewldanê hesiyan, derbên xurt li çeteyan dan. Di vî şerê demkurt ê li herêmê de gelek çete hatin kuştin. Çete neçar man ji herêmê birevin.