PDK'ê çûna niştecihên wargeha Mexmûr a Hewlêrê qedexe kir 05:34 14.02.2016 MEXMÛR / ROJNEWS   PDK’ê ji bo 2 rojan çûna niştecihên wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) a Hewlêrê qedexe kir.   Hêzên asayîşa PDK’ê ji bo 2 rojan her cure çûn û hatina niştecihên wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ji bo bajarê Hewlêr û bajarên din qedexe kir.   Ji ber vê qedexeyê gelek xwendekar, mamosta, doktor û karkeran nekarîn ji waregehê derkevin û biçin ser karê xwe.  Tê gotin PDK’ê ji ber çalakiyên Mexmûriyan ên ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê ev qedexe daniye ser wargehê.   (ge)