20 gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê yên di demên cuda de şehîd bûn 05:21 27.02.2016 HEWLÊR - ANF Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê ya Başûrê Kurdistanê, 20 gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Sibatê ya salên cuda de li nava refên PKK'ê jiyana xwe ji dest dan, bibîr anî. Di daxuyaniya nivîskî ya komîteyê de dilsoziya bi bîranîna gerîlayên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hat bilêvkirin û hat gotin, "Em careke din soz didin, ku ji bo bîranîna wan em ê têkoşîna azadiyê bi ser bixînin. Em ê mîrateya ku şehîdên me ji me re hiştine, ji her demê bêhtir bi biryar û fedekar, mezin bikin. Ji bo bîranîna şehîdên me, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku bi awayekî aktîf ebşdarî têkoşîna şoreşê ya li Kurdistanê bibe. Bi taybetî em bang li gelê me yê li Başûrê Kurdistanê dikin ku li dora doza azadiyê ya li parçeyên din ên Kurdistanê bicive. Rêber Apo li ser bingeha dilsoziya bi her şehadetê re, pêngaveke nû avêt û bi van pêngavan re têkoşîn gihand roja îro. Pêwîste em jî di çarçoveya dilsoziya bi şehîdên xwe re, bi pêngaveke nû re têkoşîna şoreşê ya li welatê me, bi azadiya Rêber Apo û gelê xwe re tacîdar bikin. Lewma divê her kes zanibe, weke gel û tevger em ji her demê bêhtir xurt in û nêzî serketinê ne. Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku cihê xwe di nava vê pêvajoya şoreşgerî de bigire." Nasnameyên 20 gerîlayên ji Başûrê Kurdistanê yên di meha Sibatê de jiyana xwe ji dest dane, bi vî rengî ye: Nasnav: Egîd Caf Nav paşnav: Sîrwan Abdulkerîm Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye - 1986 Dema tevlîbûnê: 2006 Cih û dema şehadetê: Zap - 2008 Nasnav: Rênas Nav: Yasîn Cih û dema ji dayikbûnê: Kelar - 1972 Dema tevlîbûnê: 1997 Cih û dema şehadetê: Ûrmiye - 1999, Nasnav: Arî Nav paşnav: Herdî Omer Hemdî Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye -  1971 Dema tevlîbûnê: 1996 Cih û dema şehadetê: Qendîl / Dola Kokê - 2001 Nasnav: Brûsk Têkoşer Nav paşnav: Abbas Mihemmed Hesen Cih û dema ji dayikbûnê: Hewlêr - 1983 Dema tevlîbûnê: 1996 Cih û dema şehadetê: Qendîl - 2002 Nasnav: Dana Nav paşnav: Dana Mehmet Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye - 1978 Dema tevlîbûnê: 1996 Cih û dema şehadetê: Qendîl / Dola Kokê - 2001 Nasnav: Destan Nav paşnav. Şewmen Mahmût Cih û dema ji dayikbûnê: Kerkûk - 1985 Dema tevlîbûnê: 1997 Cih û dema şehadetê: Dêrsim - 2005 Nasnav: Pola Nav: Goran Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye - 1981 Dema tevlîbûnê: 1998 Cih û dema şehadetê: Qendîl - 2001 Nasnav: Kemal Koysancak Nav: Qehreman Cih û dema ji dayikbûnê: Koysancak-1976 Dema tevlîbûnê: 1995 Cih û dema şehadetê: Feraşîn - 1997 Nasnav: Mele Ehmed Nav: Necad Cih û dema ji dayikbûnê: Rewandûz-1970 Dema tevlîbûnê: 1991 Cih û dema şehadetê: Sumbul - 1992 Nasnav: Piling Nav paşnav: Herem Abdullah Mehmet Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye - 1983 Dema tevlîbûnê: 1997 Dema şehadetê: 1999 Nasnav: Rêber Nav: Elî Cih û dema ji dayikbûnê: Kerkûk - 1972 Dema tevlîbûnê: 1994 Dema şehadetê: 2001 Nasnav: Serhat Nav:... Cihê ji dayikbûnê: Zaxo Dema tevlîbûnê: 1997 Cih û dema şehadetê: Amed - 1998 Nasnav: Sîpan Nav: Xalid Cih û dema ji dayikbûnê: Şaqlawa-1976 Dema tevlîbûnê: 1998 Cih û dema şehadetê: Qendîl / Dola Kokê - 2001 Nasnav: Sîrwan Nav paşnav: Sîrwan Raûf Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye - 1963 Dema şehadetê: 1999 Nasnav: Viyan Karox Nav paşnav: Leyla Welî Huseyîn Cih û dema ji dayikbûnê: Silêmaniye - 1981 Dema tevlîbûnê: 1997 Cih û dema şehadetê: Heftanîn - 2006 Nasnav: Welat Nav paşnav: Adil Mewlûd Huseyîn Cih û dema ji dayikbûnê: Hewlêr - 1975 Dema tevlîbûnê: 1994 Cih û dema şehadetê: Qendîl / Dola Kokê - 2001 Nasnav: Xebat Nav paşnav: Necat Ahmet Dem û cihê ji dayikbûnê: Rewandûz - 1970 Dema tevlîbûnê: 1991 Cih û dema şehadetê: Duhok - 1992 Nasnav: Şahîn Nav paşnav: Yûsûf Mehmet Emîn Cih û dema ji dayikbûnê: Akrê - 1976 Dema tevlîbûnê: 1997 Cih û dema şehadetê: Amed - 1998 Nasnav: Ziravan Armanc Nav paşnav: Zubeyîr Îsa Yûsûf Cih û dema ji dayikbûnê: Akrê-1978 Dema tevlîbûnê: 1989 Cih û dema şehadetê: Agirî - 1994 DOWNLOAD 11Abbas Muhamed HASAN (7)AGİT CAFALA TAZE 2 copyDDDEshed Îsa YUSIF (Zêrevan Oremarî) 5GORAN FEREC XERCİYANİHerdi Ömer HEMDÎHEVAL DANA SILEMANImela ahmetRENAS KELARsipan, xalidSirwan Rauf (Sirwan Rauf) 1Şewmen Mehmud (Dastan) 4Yeni ResimYusuf Mehmet EMİN (2) RAGIHANDIN|