Xebatên avakirinê li Kobanê didomin 06:55 28.02.2016 KOBANÊ  – Koordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê avakirina du deverên mirovî (kutle) li taxa Nû bi dawî kir. Koordînasyona Jinûve Avakirina Kobanê di çarçoveya kar û xebatên jinûve avakirinê de, li taxa Nû a Rojavayê Kobanê du deverên mirovî, ber bi temamkirinê ve diçin. Heta niha ji sedî 40 ji van deveran bi dawî bûye. Projeya taxa Nû a ku dikeve Rojavayê herêmê ji 15 avahiyan pêk tê. Her avahiyeke ji hezar û 500 xanî, mala zarokan, 4 dibistan, navendeke tenduristiyê, navendên meclîsan, bazar û dikanan, pêk tê. Projeya van deveran li gorî şert û merçên ekolojiyê hatiye pilankirin.  Ji bo pêkanîna vê projeyê ji sedî 40 erd ji bo avahiyan û ji sedî 60 jî ji bo parkan, veqetandine . Koordînasyonê ji 19‘ê Tebaxa 2015‘an ve dest bi projeya avakirina taxa Nû  kir. Di xebatên avakirina vê taxê de seqfên 3 qatan bidawî bûye. Niha jî yê çaran tê avakirin. Koordînasyona Jinûve avakirina Kobanê piştî du rojan dê xetên av û ceyranê li 3 avahiyan bicih bike. Endezyar Cohan Kenanî ku li ser projeyê disekine diyar kir ku lezbûna xebatên avakirinê bi peydakirina madeyên wê ve girêdayî ye. (bb) ANHA