TEV-DEM’ê spasiya hêzên parastinê kir 05:02 24.03.2016 QAMIŞLO – Komîteya Têkiliyên Diplomasî ya TEV-DEM’ê spasiya hêzên ku şahiyên Newrozê yên 2016’an parastin, kirin. Şandeyek ji Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi armanca spasiya hêzên parastinê şahiyên Newrozê kirin û hiştin ku gel karibe şahiyên xwe bi aramî û di nava ewlehiyê de pîroz bike, serdana navendên Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê, Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê û Rêveberiya Giştî ya Hêzên Tirafîkê kirin. Di serdanê de spasiya van hêzan hat kirin û spasname ji wan re hat pêşkêşkirin. Di roja Newrozê de li Qamişlo, zêdetirî hezar endamên Hêzên Asayîşê li cihê pîrozbahiyên hatibûn bicihkirin û welatî diparastin. Her wiha hêzên Tirafîkê û hêzên erka xweparastinê jî, li her derê hatibûn bicihkirin û ji bo hemû rewşên awarte amade bûn. (dm) ANHA