Hêzên YBŞ'ê ber bi Mûsilê ve bi pêş de diçin 04:32 26.03.2016 ŞENGAL - ANF Operasyona hêzên YBŞ'ê ya li xeta Mûsil-Telaferê dewam dike. Di çarçoveya operasyonê de li ser rêya Mûsilê gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, hêzên YBŞ'ê gundên Umecris û Medivan ên li ser rêya Mûsil-Telaferê ne û xwedî girîngiyeke stratejîk in, kontrol kirine. Rêya 47. a diçe Mûsilê jî ji aliyê şervanên YBŞ'ê ve hat kontrolkirin. Fermandariya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) duh daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û diyar kiribû, ew ê bi hêzeke ji 1600 kesî tevlî operasyona Mûsilê bibin.