Sitiriya Çavbeloq 09:55 12.05.2011 Ez îro du wêneyên cureyekî stiriyan belav dikim. Li Qamişlo ji vê stiriya re "stiriya çavbeloq" dihat gotin. Li herêmên din jê re çi tê gotin ez nizanim. Lê ez bawer im li piraniya Kurdistanê hêşîn dibe. Bejna pincarê vê stiriyê carinan nêzî metroyekê dibe. Der barê vê stiriyê de heke fikr û ramanên cuda bên parvekirin ez jî dê kêfxweş bibim.