YPG'ê name ji 'Kordînasyona Şopandina Agirbestê' re şand 09:43 26.03.2016 DÊRIK - ANF Fermandariya Giştî ya YPG'ê, li ser êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd a Helebê, ku ji 27'ê Sibatê û vir ve tên kirin, 2 nameyên agahdarkirinê ji Kordînasyona Şopandina Agirbestê re şand. Peyama yekemîn a YPG’ê wiha ye: Ji bo Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê; Endamên Birêz ên Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê; Em we agahdar dikin ku di 24’ê Adara 2016’an saet di 22.30’an de bi fuze û topên cehenemê ku li herêmê tên çêkirin li hemberî taxa Şêxmeqsûd êrîşeke din pêk hatiye. Di encama teqîna van topan de dûxaneke zer derketiye û ji ber wê yekê gelek kes bi jehrê ketine, çavên wan şewitîne, av jê hatiye û nefesa wan hatiye girtin. Derketiye holê ku di nava van topan de gazên kîmyewî hene. Ev êrîş ji aliyê komên bi navê Tugaya Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqeya 16’an, Tugaya El-Fetih û Ceyş El-Mucahîdîn, Kombûna Festeqîm Kema Umert û ketiba Nuredîn Zenkî yên girêdayî Koalîsyona Suriyeyê ve hatine pêkanîn. Ev kom li taxa Benizeyd bicîh bûne û ji wir êrîş dikin.” Peyama duyemîn jî wiha ye: Ji bo Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê; Endamên Birêz ên Ekîba Taybet a Agirbesta Sûriyeyê; Di 25’ê Adara 2016’an de roja Înê, komên bi navê Tugaya Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Firqeya 16’an, Tugaya El-Fetih û Ceyş El-Mucahîdîn, Kombûna Festeqîm Kema Umert û ketiba Nuredîn Zenkî yên girêdayî Koalîsyona Suriyeyê, ji taxên Seken Şebabî, Eşrefiye û Seken Şiqeyf bi fuze û hawanan êrîşî taxa Şêxmeqsud kirine. Di encama van êrîşan de welatiyê bi navê Seedo Mehemed Seedo jiyana xwe ji dest daye û 6 sivîl jî birîndar bûne. Êrîşên li ser taxê didomin."