HPG’ê têkildarî Oremar û Farqînê daxuyanî da 10:12 26.03.2016 BEHDÎNAN - ANF Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiya li hember qereqola Zeytê ya Oremarê de 5 leşker hatin kuştin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî çalakiya 25’ê Adarê ya li hember qereqola Geverê lidar xistî ev agahî parve kir: LI OREMARÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN "25’ê Adarê saet di 13:00’an de hêzên gerîlayên me li hember qereqola Zeytê ya li herêma Oremarê ya girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek lidar xistin. Hêzên me yên gerîla bi çekên ferdî derbên giran li leşkerên pêşiya nizamiya qereqolê cih digirtin dan. Di vê çalakiyê de 1 jê payebilind bi giştî 5 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê saet heta 17:00’an qereqola Mamreş û Zeytê; herêmên Mêrgê,Dola Zeytê û Girê Ronahî bi obus û hewanan bomberdûman kirin." LI FARQÎNÊ GERÎLAYEKÎ JIYANA XWE JI DEST DA, 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN Di berdewamiya daxuyaniya HPG’ê de, encamên şer û oparasyonên li Farqînê hatin eşkerekirin. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin: "25’ê Adarê saet di 01:30’an de yekîneyên veşartî yên TC yê li Hecî Çerkez ên girêdayî navçeya Farqînê ya Amedê, destpêkê Girên Vatan û Zîvetirk bi cih bûn. Sibehê jî saet di 05:30’an de komek gerîlayên me dema ku diçûn erka xwe di vê herêmê re derbas bûne û li ser ferqkirina leşkeran şerekî dem kurt rû da. Di vî şerî de hevrêyê me Çekdar Şax bi qehremanî li ber xwe da û şehîd ket. Têkildarî nasnameya hevrêyê me yê şehîd ketî wê agahiyên berfireh bên parvekirin. Di heman herêmê de hêzên me yên gerîla saet di 09:30’an de bi çekên ferdî li hember yek ji sê Giran Girê Koordîne çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de 1 jê payebilind bi giştî 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi topên hawanê bomberdûman kir û bi çekên ferdî jî ketober gule reşandine. Dîsa saet di 09:20-09:40’an de 2 helîkopterên kobra herêma Hacî Çerkez bombe kirin. Artêşa TC saet di 12:30’an de herlîkoptera skorskî dema ku xwest kuştî û birîndarên xwe rake û li ser vê hêzên gerîla bi çekên ferdî li artêşa TC xistin. Di encama êrîşê de 2 cerdevan birîndar bûn. Dîsa piştî çalakiyê artêşa TC derdora xwe bi hawanan topbaran kir."