AKP lêkirina dîwarên ji bo qutkirina Rojava û Bakur didomîne 04:19 02.04.2016 EFRÎN – Hêzên girêdayî hikûmeta AKP’ê ya Tirkiyeyê, di navbera gundê Bêka yê navçeya Bilbilê ya Efrînê û Bakurê Kurdistanê de dest bi avakirina dîwarekî nû kirin. Artêşa tirk beriya demekê seyareyên xwe li pêşberî gundê Bêke yê navçeya Bilbilê bicih kiribûn û li wir tevgera leşkeran zêde kiribû. Çend roj berê jî leşkeran dest bi avakirina dîwar kirin. Bilindbûna dîwarê ku hîn çêkirina wî didome, 4 metre û firehiya wî jî 3 metre ye. Leşker her wiha gundiyên Bêke jî aciz dikin û bi gulebaranan, nahêlin ku bi rehetî di nava zeviyên xwe de kar bikin. (ne/a) ANHA